Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûrîye Pirsa Serekî ya Civîna Serok Obama û Putin Bû


Serok Barack Obama û serokê Rûsî Vladimir Putin li bajarê Las Cabos li Meksîko kom bûn.

Aloziya Sûrîyê pirsa serekî ya civîna navbera herdu rêberan bû ku du demjimêran berdewam bû.

Ne eşkere ye ka Serok Obama şiya serokê Rûsî razî bike ku ji serokê Sûrî Beşar El Esed bixwaze dest ji desthilatê berde.

Rûsya hevalbenda rejîma Sûrîyê ye û çekdan dide hikûmeta Beşar El Esed.

Serok Obama, serokê Rûsî û rêberên din li Meksîko ne jibo beşdarîkirin li civîna serekî ya Grupa 20.

XS
SM
MD
LG