Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Riya M5 Piştî 8 Salan Jinûve Vedike


Wezîrê veguhestinê yê Sûriyê îro Şemiyê got riya sereke ya di navbera Heleb û Dîmeşqê de bo cara yekem piştî 8 salan hate vekirin.

Jinûvevekirina riya M5 tê di demekê de ku serbazekî din ê Tirkiyê li bakurê rojavayê Sûriyê tê kuştin di encama bombebarana hêzên hikûmetê de, li gor medya dewleta Tirkiyê.

Kontrolkirina bi temamî ya riya M5 ji aliyê hêzên hikûmeta Sûriyê ve, ew di neh salên şer de nîşana serkeftineka berbiçav e ji bo serokê Sûriyê Beşar Esed.

Wezîrê veguhestinê Elî Hemmûd li ser tilfizyona dewletê got rê ji bo xelkê êdî vekirî ye û wan kar dest pê kiriye ji bo riya tirênê jî ku dê di çend mehên pêş de ew jî vebe.

Ajansa dewletê ya nûçeyan SANA got vekirina riya M5 dê geşta di navbera Dîmeşq û Helebê de dora 90 kîlometrî kurt bike.

Li dirêjiya çend salan, riya beyabanê dihate bikaranîn.

M5 riyeke stratejîk e ku ji ser sînorê başûrê welêt ê li gel Urdunê dest pê dike ta ku digihe bajarê Helebê li nêzîkî sînorê Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG