Lînkên eksesibilîtî

Xalid Omer: Wê Hêzên Sûriya Demokratîk bi Piştevaniya Amerîka Rêvebertiya Reqa Bikin


Hêzên Sûriye Demokratîk bi piştevaniya Amerîka helmetên xwe yên leşkerî berdewam dikin bo rizgarkirina bajarê Reqa ji destê DAIŞê, lê ta nuha zelal nebûye bê wê rewşa bajêr piştî rizgarkirinê çawa be û kî rêvebertiya wê bike?

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Xalid Omer re kir, li ser vê mijarê da ku nerîn û hizrên civatê bide ber çavan.

Birêz Xalid anî ziman, ku bi giştî nerîn bi aliyê HSD vê diçin, ku ew rêvebertiya bajêr bikin bi alîkariya hêzên Amerîkî:" Hêzên Sûriya Demokratîk şerekî serkeftî dikin li dijî DAIŞ û ew dikarin rewşê baştir kontrol bikin piştî DAIŞê."

Herwiha jî birêz Xalid li ser pêwendiyên HSD bi hêza rêjîma Sûriye re di derbarî Reqa de got, gûman nabe ku HSD pêwendiyan bi rêjîma Sûriye re bike ji ber nerazîbûna Amerîka li ser rêjîma Sûriye.

XS
SM
MD
LG