Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bandora Yaseya Sîzer û Vîrusa Korona li ser Koçberên Reqayê


Welatiyên Sûrî yên ku koçberî bajarê Reqa bûyî ji ber şerê rejîma Sûrî û Rûsiya û Tirkiyê û dijberiya Sûrî û Daişê, ku li ser alîkariyên rêxistinên mirovî dijîn, her diçe rewşa wan xerab dibe.

Bûyerên nû karê rêxistinên koçberan destek dikin lawaz dike,an ew rêxistinana bi carekê de karê xwe radiwestînin, ku êrişa Tirkiyê li ser navçeya Bakur Rojhilatê Sûriyê nêzî nîvê rêxistinan rawestandin. Herwiha yên mayî ji ber veyrûsa Korona karê wan hate lawazkirin ,ku bilindbûna zêde ya nirxê dolar di rojên dawê de karê koçber dikin rawestandiye.

Li gor Ibrahîm Şihabî ku yek ji koçberên Idlibê ye, her bûyerek an zagûneke nû derdikevê, bandora xwe ya neyînî li koçberan heye.

Ji bilî kêmbûna alîkariyên xwarin û vexwarinê ,di warê derman û birînsaziyan de gelek kêmasî hene, ku bilindbûna dolar ji ber destpêkirina cezayên Sîzer bandor li ser bûhayê derman jî kiriye,ku rêxistinên koçberan destek dikin ji aliyê tenderustî de zêde kêmin .

Welatiyê bi navê Îbrahîm Hisên ji Dengê Amerîka re got:

"Em bi tenê daxwaza derman û birînsaziyan dikin."

Bandora Zagûna Sîzer li ser hemû welatiyên Sûrî heye,û derbasî piraniya hûrkiriyên jiyanê dibe, tevî gelek sozên hatî dayîn ku alîkariya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê kirin û ev navçeya pê nê bandorkirin,lê metirsî di pêşerojê de ji bandora neyînî ya vê zagûnê li ser jiyane koçberan heye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:11 0:00


XS
SM
MD
LG