Hêzên Sûriya Demokrat HSDê îro Yekşemê qedexeya hatûçûnê bo sê rojan li bajarê Reqa yê bakurê rojhilata Sûriyê sepand, rewşa awarte ragihand.
HSDê got çekdarên Daiş derbasî bajêr bûne û pilan dikin teqînan pêkbînin.
Gewahîderan got hêzên ewlekariya navxweyî yên girêdayî HSDê xalên vekolînê li seranserî bajarê wêranbûyî danîn.
Qedexekirin riya derketin û derbasûna bajêr li pêş her kesekî digre.
Hin rûniştvan behsa tengijiyan dikin di navbera hin Erebên bajêr û HSDê de li dor leşkeriya neçar a gêncan û her wiha idîayên neyeksaniyê di navbera Ereb û Kurdan de.
HSDê ya ku Kurd desthilatdariya wê dikin van idîayan red dike û dibêje Encûmenên sivîl bajêr birêve dibin.