Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Kurdî ji Serê Kaniyê Vekişiyan


Gurûpeka Hêzên Alîgirên Tirkiyê li Serê Kaniyê
Gurûpeka Hêzên Alîgirên Tirkiyê li Serê Kaniyê

Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dibêje şervanên wan ji bajarê Serê Kaniyê derketin û êdî wan ti hebûneke çekdar li wir nîne.

Kîno Gabriel îro Yekşemê got derketina wan beşek bû ji rêkeftina agirbetsa di navbera Amerîka û Tirkiyê de.

Vekişîna hêzên Kurdî ji Serê Kaniyê, renge rê veke ji vekişîneke berferehtir a navçeyên sînorî.

Wezareta berevaniya Tirkiyê dibêje ew ji nêzîk ve proseya vekişîne dişopînin.

Wezaretê got karwanekî ji 86 erebeyan ji Serê Kaniyê derket û berê xwe da bajarê Til Temirê.

Daxuyaniyê got hêzên Tirkiyê rê li vekişna wan negirt.

XS
SM
MD
LG