Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Izedîn Salih: Gefên Tirkiyê Metirsîk di Nav Xelkê Sivîl de Durist Kirîye


Biryara Amerîka bi vekêşana hêza xwe ji Sûriyê, rewşek ne-aram di herêmên kurdî de durist kiriye ji ber gefên Tirkiyê yên leşkerî li ser herêma rojhilatê çemê Firatê, ku êdî xelkên sivîl bi tirs rewşê dişopînin û xwe amade dikin ji vê rewşê re.

Dengê Amerîka hevpeyvînek bi rojnamevan Izedîn Salih re kir, ku li bajarê Serê Kaniyê dimîne, da ku rewşa heyî bide ber çavan û karvdena van bûyeran li ser jiyana xelkê şîrove bike.

Rojnamevan Izedîn dibêje:" Metirsî ji gefên Tirkiyê hene ji ber bûryera Efrînê ku bi asanî Tirkiyê derbasî wir bû û ziyaneke mezin gîhande rewşa wê, û xelkên sivîl ditirsin ku ew tişt were serê wan jî."

Ji aliyê tevgera siyasî li herêmên kurdî, Izedîn got ku tevgerek di nav partiyên siyasî de çêbûye da ku dengê xwe bighînin hêzên navnetewî û herêmê ji êrîşên Tirkiyê biparêzin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:45 0:00

Nêrîna Te

Şîroveyan nîşan bide

XS
SM
MD
LG