Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HSDê Di Şerê Daişê de Rastî Dijwariyan Tê


Hêzên Sûriya Demokrat HSDê dibêjin ew di têkbirina dawî ya gurûpa terorîst Daişê de rastî hin dijwariyan tên.

Peyvdarekî HSDê dibêje pêşketinên wan giran-giran dibin bi sedema hebûna mayîn û tunelan û her wiha tirsa ku Daişê ziyanê bigihîne jin û zarokan li gundê Baxozê.

Peyvdarê HSDê Kino Gabriel got navçeya mayî derdora 250 metir e, ku heman navçeya berî pênc hefteyan e, dema HSDê qonaxa dawî ya şer ragihandibû.

Gabriel îro Yekşemê li derveyî Baxozê ji peyamnêran re got:

“Em di operasyonê de rastî jimarek dijwarî têne.”

XS
SM
MD
LG