Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gurûpên Çekdar Hejmarek Ciwanên Ereb li Girê Spî Digrin


Gurûpên çekdar yên Sûrî ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, li Girê Sipî, hijmarek jin û ciwanên êlên Ereban girtin.

Ev kiryar bû sedema derketina xelkê li kolanan, ku xwepêşandaneke pir mizin û bihêz ji aliyê welatiyan ve li dijî van kiriyaran hate li darxistin, û têda daxwaza rawistandina van kiryaran hate kirin. Xwepêşanderan ne razîbûna xwe ji hebûna Tirkiyê û gurûpên çekdar ên bi ser ve anîn ziman.

Çalakvan dibêjin binpêkirina mafê mirovan ji roja yekê ya kontrolkirina Girêspî ve hat destpêkirin, ku tevahiya mal û milkin Kurdan hate talankirin, her wiha Kurd ji vegera bajêr hatin qedexekirin, li gor rêxistinên mirovahî, armenc jê ew e guhartina dêmugarfiya deverê.

Çalakvanên deverê diyar dikin, ku ew kesin çekdar yên bi ser Tirkyê ve ji Idlibê û Dêrezorê ne û Tirkyê wan bi kar tîne ta ku deverê ji rûniştvanên wê vala bike.

Ji bo guhdarîkirina li raportê fayla deng veke

Raporta Deng/Mehmûd Balî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:52 0:00


XS
SM
MD
LG