Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Medya Sûrî: Firokeke Koalisyona Navnetewî Êrîşî Artêşa Sûriyê Kir


Wêne ji Erşîfê ye

Medya Sûriyê ji ser zimanê çavkaniyeke leşkerî ragihand ku firokên koalisyona navnetewî ya bi serkirdayetiya Amerîka roja Şemiyê li bingeheke artêşa Sûriyê ya nêzîkî eniya şer a dijî Daişê xist û di encamê de ziyanên madî û hin birîndar hebûn.

Peyvdarê koalisyonê Sean Ryan got hevalbendên wan ên xwecihî rastî êrîşê hatibûn û wan “ mafê xwe yê berevaniyê bikar anîn” û got vekolîn li dor bûyerê dibin.

Ajansa Sûrî ya Nûçeyan SANA îro Yekşemê got:

“Firoka koalisyonê li herêma Bokemalê êrîşî artêşê kir.”

Êrîşê du serbaz birîndar kirin û ziyan gihand erebeyeke leşkerî, li gor çavkaniyan

XS
SM
MD
LG