Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Sûriyê 7 Endamên Gurûpa Kumên Sipî Têne Kuştin


Gurûpeke tenduristî ya çalakdar li herêmên bin destê opozisyonê dibêje hin çekdaran êrîşî nivîsîngehên wê kirin li bakurê rojavayê Sûriyê û 7 endamên wê kuştin û du erebeyên wan û hin amîrên din dizîn.

Gurûpa berevaniya Sivîl ku bêhtir bi navê Kumên Sipî (White Helmets) tê nasîn, di daxuyaniyekê de got êrîş îro şemiyê li bajarokê Sermîn rû da.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got ew 7 kes hatin kuştin piştî ku hatin gullebarankirin. Wê got termên wan ji aliyê hevkarên wan ên xwebexş de hatin dîtin dema guhertina nobeta kar.

Ta niha kesî berpirsiyariya xwe li dor êrîşê ranegihandiye lê ew tê di demekê de ku girjî li herêmê bilind in .

Sermîn li parêzgeha Idlibê ye, ku di van demên dawî de, lê pevçûn di navbera gurpên dijber de derketin holê.

XS
SM
MD
LG