Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 3 Mîlyon Sûrî jiber Şerê Navxweyî ji Welatê Xwe Revîn


Penaberên Sûrî
Penaberên Sûrî

Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, pirtir jî sê mîlyon Sûrî, jiber şerê navxweyî ji welatê xwe revîne.

NY dide zanîn ku rewşa heyî, xirabtirîn kêşeya mirovahî ya vê serdemê ye.

Ajansa penaberan ya NY îro Înê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand, yek mîlyon ji wan penaberên Sûrî di nav vê salê de, jiber şertên pir çetin revîn.

Daxuyanî bi berdewamî dibêje, di nav hejmara eşkerekirî de, sed hezaran kesên din cîh nagirin ku xwe wek penaber tomar nekirine.

Neteweyên Yekbûyî herwiha bal dikşîne ku 6.5 mîlyon kesen din jî warên xwe terkandine û li nav Sûrîyê bûne derbider.

XS
SM
MD
LG