Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Şer li Bajarê Homis Didome


Leşkerên rejîma Sûrî li bajarê Homis.

Ajansa Associated Press li ser zimanê çalakvanên Sûrî radigihîne ku şer li navbera hêzên rejîma Sûrî û leşkerên veqetiyayî li bajarê Homis berdewam e.

Çalakvan dibêjin, hêzên rejîma Sûrî roja Duşembî êrîşa devera Bab Amir li Homisê kirin, mal bi mal geriyan û çend kes girtin. Ne eşkere ye ka hêzên rejîmê şiyan devera Bab Amir kontrol bikin yan ne.

Hatîye ragihandin ku leşkerên veqetiyayî wê deverê kontrol dikin û şerê çekdarî li dijî hêzên rejîmê dikin.

Herî kêm 100 kes li heft rojên bihûrî li Homisê hatîne kuştin.

XS
SM
MD
LG