Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: Li Êrîşa Hikûmeta Sûrî, 34 Kes li Hemayê Hatin Kuştin


Çalakvanên Sûrî dibêjin bi sedema êrîşeka hikûmetê li bajarê Hemayê, herî kêm 34 kes hatin kuştin, çend demjimêrekan pêş ku nûnerê navneteweyî Kofî Annan serdana Şamê bike.

Çalakvan dibêjin ku hêzên hikûmetê hejmareka taxên Hemayê bombebaran kirin her ji şeva Yekşemê heta roja Duşemê, li bersiva êrîşên serhildayan li dijî bingehên hikûmetê.

Di şer û pevçûnan, leşker, çekdar û bi kêmî ve 13 kesên sivîl hatin kuştin.

Hevdem, nûnerê Neteweyên Yekbûyî û Komkara welatên Ereb roja Duşemê serdana Sûrîyê dike û ji hikûmet û hêzên serhildayan dixwaze ku pêgirîya agirbestê bin.

Li gorî karbidestên Sûrî, Annan roja Duşemê bi wezîrê derve yê Sûrî û roja Sêşemê bi Serokê Sûrî Beşar El Esed re kom dibe.

XS
SM
MD
LG