Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neh Welat Diplomatên Sûrî Derxistin


Victoria Nuland.

Dewletên cîhanê diplomatên Sûrî derxistin jibo protestokirina komkujîya Hûle.

Amerîka, Fransa, Brîtanya, Awistralya, Almanya, Holenda, Îtalya, Spanya û Kanada di nav wan welatan de ne ku diplomatên Sûrî qewitandin.

Victoria Nuland, peyvdara Wezareta Derve ya Amerîkî dibêje ku qewitandina diplomatê Sûrî Zuhêr Cebbûr li Washington li bersiva komkujîya roja 25'ê Gulanê li Hûle bû.

Nuland herwiha got ku bi bawerîya hikûmeta Amerîkî, rejîma Sûrî berpirs e beramberî kuştina xelkê sivîl li Hûle.

Li komkujîya gundê Hûle roja Înî nêzîkî 110 kes hatin kuştin ku piranîya wan jin û zarok bûn.

XS
SM
MD
LG