Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Artêşa Sûrî Ketina Firokeke Ceng Piştrast Dike


Firokeke MiG ya Sûrî ku li nêzî Dera ketibû (Arşîv)
Firokeke MiG ya Sûrî ku li nêzî Dera ketibû (Arşîv)

Artêşa Sûrî îro ragihand ku firokeke wê ya ceng li başûrê Sûrîyê kete xwarê, çend demjimêr piştî ku serhildayan îdia kir ku wan li firoka Sûrî xist û firokevan desteser kir.

Televîzyona Ikhbariya ya dewleta Sûrî ji zarê jêderekî artêşê ragihand ku vekolîna wan didome ku bizanin firok çima gêr bû, lê wî kesî qala pîlot nekir.

Serhildayan jimareke wêne weşandin ku firokevan wek Serhezar Alî el Hilwa nîşan didan ku di nav kavilên firoka MiG de xuya dibû.

Berdevkê koma serhilda Osoud el Şarqîya Saad al Haj, ji Reuters’ê re gotibû ku hêzên wî firoka Sûrî li gundewarên Swêyda ya başûrê Sûrîyê, li nêzîkî tixubê Urdunê anî xwarê.

XS
SM
MD
LG