Lînkên eksesibilîtî

Hin Hêzên Serhilda yên Sûrî Hêzên Xwe ji Hindurê Lubnanê Derdixin


Li gor ajansa Reuters'ê, şervanên ji koma serhilda ya Saraya Ehl el-Şam ligel hin sîvîlan dê roja Şemîyê dest bi derketina ji devereke hindurê Lubnanê ya ser sînorê Sûrîyê bikin.

General Abbas Îbrahîm got ku artêşa Lubnanê nêzî 300 çekdaran ligel malbatên wan û hin sîvîlên ku dixwazin vegerin Sûrîyê, dê bibe ser sînorê wî welatî.

Îbrahîm da zanîn, “sîvîlên ku xwestine ligel Saraya Ehl el-Şam deverê biterkînin, dê herin devera Assal el-Ward ya bin kontrola hikûmetê.

Îbrahîm dîyar kir ku çekdar jî wê herine cîhekî ku ji berê de hatibû qayilbûn, lê wî navê wê derê zelal nekir.

Ofîsa ragihandinê ya Hîzbullaha, hevalbenda hikûmeta Sûrî îdia kir ku ew çekdar û malbatên wan dê herin taxa el-Ruhaiba ya Qalamuna Rojhilat ya bin kontrola serhildayan.

Derketina Saraya Ehl el-Şam ji Lubnanê, di vê demê de tê, ku Nusra piştî tekçûna hember operasyonekê Hîzbullahê, neçar mabû ku hêzên xwe ji wê deverê bikşîne.

XS
SM
MD
LG