Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hezên Rejîma Esad 15 Êrîşên Esmanî li Palmyra Pêk Anîn


Çalakvanên Sûrî dibêjin, hêzên rejîmê bi kêmî 15 êrîşên esmanî li dijî armancên Dewleta Îslamî (DAIŞ) li bajarê Tedmurê pêk anîne.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR), ku bingeha wê li Brîtanya ye, got ku di nav cihên rastî êrîşên esmanî de hatine, avahîyeke zanyarîyên leşkerî û nexweşxaneyek hene.

DAIŞ hefteya bûrî bajarê Temur yê dîrokî kontrol kiribû.

SOHRê got, mîlîtanên DAIŞ 217 kes kuştine. Di nav wan de zarok, hemşîre û hêzên hikûmeta Sûrî jî hebûn. Ji bilî wan jî, bêtirî 600 kesên din binçav kirine.

Rêvebirê SOHRîê Ramî Ebdulrehman ji Ajansa Fransî ya Nûçeyan re dibêje, hinek ji wan kesên kuştî hatine serjê kirin û yên din jî hatine teqe kirin.

XS
SM
MD
LG