Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêvebiriya Xwese, Tirkiyê bi Azadkirina Girtiyên Daişê Tawanbar Dike


Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê di daxuyaniyekê de, Tirkiyê bi azadkirina girtiyên gurûpa terorîst Daişê ji kampeka di bin destê rêveberiyê de, tawanbar kir.

Daxuyaniya rêveberiyê got:

“Bi hezaran belge hene, ku ji gelek aliyên Sûrî ve hatine belgekirin, û her wiha lêmukurhatina hinj girtiyên ku niha di nav destê rêveberiya xweser de ne, piştrast dikin ku Tirkiyê piştgiriya terorê li Sûriyê, tevgera tundrewan di navbera Sûriyê û Tirkiyê de, danûstandina bazirganî di navbera wan de dike û pêşwazî û dermankirina birîndarên Daişlê dike.”

Daxuyaniyê anî ziman ku kampa el-Hol bi nhezaran jin û zarokên Daişê vedihewîne û “Tirkiyê gelek caran hewl daye derbasî kampê bibe û girtiyan bi qaçaxî derbasî Tirkiyê bike da ku wan piştre wek kart bikar bîne.”

Raportên medyayî yên Tirkiyê ragihandin ku agahdariya Tirkiyê di operasyonekê de li ser daxwaza berpirsên welatê Madova jineke maldovî û zarokên wê ji kampê azadkirin.

Çavkaniya ku nexwest navê xwe diyar bike, got navê jina Maldovî Natalia Barkal e û ew li gel zarokên xwe ji sala 2019an ve li kampa el-Holê dima.

Daxuyaniya Rêveboriya Xweser nîşan da ku li gel vê rûdanê, hin keysên din jî diyar kirin ku endamên Daişê bi alîkariya agahdariya Tirkiyê reviyan e û gihîştine tirkiyê.

XS
SM
MD
LG