Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê û Hêzên Kurdî Hevdu bi Berdewamiya Şer Tawanbar Dikin


Hêzên Kurdên Sûriyê û Tirkiyê îro Şemiyê hevdu bi berdewamiya şer tawanbar kir li bakur û rojhilatê Sûriyê, di demekê de ku Kurdan bang li cîgirê serokê Amerîka Mike Pence kir ku rêkeftinê cîbicî bike.

Hêzên Sûriya Demokrat di daxuyaniyekê de got Tirkiyê di pêgiriya bi rêkeftinê de têk çûye û red dike ku dorpêçkirina Serê Kaniyê rawestîne.

Daxuyaniyê got di roja sêyem a ragihandina agirbestê de hîn pevçûn hene û tîmên tenduristî nikarin alîkariya birîndaran bikin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye, îro Şemiyê got çekdarên opozisyonê ku Tirkiyê piştgiriya wan dike, rê li karwanekî tenduristî girtin û nehîşt ew bigihe Serê Kaniyê.

Çavdêriyê got karwan gihşte derveyî bajêr lê çekdaran rê girtin û karwan li derveyî bajêr ma.

Wezareta berevaniya Tirkiyê îro Şemiyê got ew bi temamî pêgir e bi rêkeftinê. Wê şervanên Kurd tawanbar kirin ku wan di 36 demjimêrên borî de 14 êrîş pêkanîne û got piraniya wan li Serê Kaniyê bûn.

Wezaretê got hêzên Kurdî rokêt, hawn û çekên giran ên dijî tank û firokan bi kar anîn.

XS
SM
MD
LG