Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên Sûriyê Dibêjin Ewê ji Sînor Vekişin


Berpirsekî Kurdên Sûriyê dibêje wê hêzên wan ji herêma sînorî vekişin li gor rêkeftina Amerîkî, piştî ku Tirkiyê rê bide derxistina bermayên şervanên wan û sivîlan ji herêmên dorpêçkirî.

Berpirsê Hêzên Sûriya demokrat Rêdûr Xelîl doh Şemiyê got pilana derketina ji bajarê Serê Kaniyê wê sibe bibe eger ti paşxistin nebin.

Wî got wê hêzên wan ji herêma navbera Serê Kaniyê û Girê Spî vekişin, li dirêjiya 120 kîlometir û kûraniya 30 kîlometir.

Ev cara yekeme hêzên Kurdî radighînin ku ewê ji herêma sînorî vekişin, û dibêjin ew bi hevrêziya li gel Amerîka ye.

Rêkeftinê bi awakî taybet herêma ku divê Kurd jê vekişin destnîşan nekiriye.

Xelîl got derketina wan ji hin beşên Serê Kaniyê roja Şemiyê, bi hevrêziya li gel Amerîkiyan dest pêkir.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG