Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tûnisê Dibêje Wan 6 Mîlyon Dozên Vaksînên COVID-19 yên Bexşandî Wergirtine


Serokê Tûnisê Kaîs Saîd ragihand ku welatê wî ji welatên dost û hevalbend 6 mîlyon dozên vaksînên vîrusa korona yên bexşandî wergirtine.

Tûnis jiber kemasîya vaksînên COVID-19 rûbirûyê pirsgirêkên girîng e û her wiha tekoşînê dike ku belavbûna berfireh ya nexweşîya bi sedema vîrusê bide rawestandin.

Saîd got ku dê rêjeya derzîlêdana Tûnisê bileztir bibe.

Li Tûnisê hejmara mirinên ji ber pandemîyê ji 20.000 kesan derbaz kiriye.


XS
SM
MD
LG