Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşeke Xwekujî de Jimareke Kes li Tûnisê Birîndar Bûn


Piştî êrîşeke çekdarî li Tûnisê polîsan cîhê bûyerê ne (Arşîv)

Ajansa Reutersê ragihand ku bombevanekî xwekuj îro Pêncşemê xwe li pêş otomobîleke polîsan ya li navenda bajarê Tûnis peqand.

Dîdevanan ji ajansê re got ku jimareke kes di peqînê de birîndar bûn.

Demûdest eşkere nebû ku sedema êrîşê çi ye û ji alîyê kê ve hatiye encamdan.

XS
SM
MD
LG