Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Theresa May Banga Nûkirina Peywendîyên Navbera Brîtanya û Amerîka Dike


Serokwezîra Brîtanya Theresa May, li ber e banga nûkirina "tekilîya taybet” ya navbera Amerîka welatê wê bike, di vê demê de ku Brîtanya ji Yekîtîya Ewrupa derdikeve û Donald Trump ji dest bi seroktîyê dike.

May îro Pêncşemê tê bajarê Philadelphia ya Amerîka û dû re jî tê Washingtonê ku wek rêbera yekê ya cîhanî, roja Înê li Qesra Sipî bi Trump re hevdîtinekê bike.

May dê îro êvarê bi endamên Komarî yên Kongresê re bicive û gotareke ser girîngîya peywendîyên navbera her du alîyan bike. Trump û Cîgirê Serok Mike Pence jî wê beşdarî wê civînê bin.

Hêjayî balkişandinê ye ku her du rêber, Trump û May bo reformkirina peywendîyên xwe yên navnetewî hîn gav avêtine. Biryara Brîtanya ya derketina ji Yekîtîya Ewrupa û biryara Amerîka ya ji vekişîna ji Peymana Asya-Pasîfîk wê roleke girîng ser sîyaseta bazirganî ya her du welatan bilîze.

XS
SM
MD
LG