Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê HSD'ê Silo Daxwaza Roketên Firokxist ji Amerîka Dike


Telal Silo, berdevkê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgirîya wan dike, îro Sêşemê got ku piştî sistkirina şandina çekan ji komên çêkdar yên li Sûrî re, ew hêvî dikin ku Amerîka muşekên dijî-firokan (anti-aircraft missiles) bide wan.

‘’Tevî ku balafirên DAIŞ’ê tunene jî, jibo em hêzên xwe ji dijminên din yên paşerojê biparêzin, pêdivîya me muşekên dijî-firokan ya ser milan heye’’ Silo ji Reuters’ê re got.

Silo nexwest dijminên paşerojê bi nav bike û niha ti şer jî di navbera HSD’ê û hikûmeta Sûrîyê ya hevalbenda Rûsya, xuya nake.

HSD’ya ku Amerîka piştgirîya wê dike, di operasyonên vê dawîyê de DAIŞ ji deverên befireh li bakurê Sûrîyê derxistibû. Pêkhata serekî ya HSD’ê, YPG ye ku ew jî li bakurê rojhilata Sûrîyê herêmeke berfireh kontrol dike.

YPG bi giştî xwe ji alozîyên bi hêzên hikûmeta Sûrîyê re dûr dixe, lê di meha Tebaxê de, hikûmetê bi firokên ceng bombe barandibûn ser Heseka ya bin kontrola Kurdan.

‘’Niha ti balafirên ku êrîşî me dikin tune, lê dibe ku di rojên pêşde hebin, lewma em muşekên dijî-firokan dixwazin. HSD her tim hevalbenda sereke ya Amerîka bû, loma divê çekên wisa, berê bide me’’ Silo daxwaz ji Amerîka kir.

Silo herwiha bal kişand ser wê yekê ku ji destpêka operasyona li Reqqa, Amerîka piştgirîyê daye HSD’ê û herwiha jibo dijî wesayitên bombebarkirî yên DAIŞ’ê were xebitandin, çekên giran dane wan.

XS
SM
MD
LG