Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAÎŞ Dehan Leşkerên Sûrî li Bingeha Leşkerî ya Tabqa Kuştine


Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (ÇSMM) dibêje, Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) bi dehan leşkerên Sûrî kuştin.

ÇSMM diza zanîn ku ew leşker, nav ve hefteyê de dema êrîşeke ser bingeheke leşkerî, li bakurê welêt hatibûn dîl giritn.

Alîgirên DAÎŞ li ser Twitter pêsna xwe dan ku wan 200 leşkerên Sûrî înfaz kirine û vîdyoyên wan kuiştinkarîyan parve kirine.

Rêvebirê ÇSMM got, piştî ku DAÎŞ êrîş bi ser Bingeha Esmanî ya Tabqa, bi dehan leşkerên rejîma Sûrî hatine girtin û di heman şevê de hatin kuştin.

Rahman dîyar kir ku di bingeha leşkerî de, bi giştî, 1.400 leşker hebûn û 700 ji wan karîbûn xwe rizgar bikin, lê 200 kes hatin kuştin.

XS
SM
MD
LG