Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hîndîstan Vekirina Taj Mahal Jiber COVID-19 Betal Kir


Tac Mahal
Tac Mahal

Hîndistan plansazîya bo jinûve vekirina Tac Mahal, bi sedema metirsîya belavbûna vîrusa korona , betal kir.

Karbidestên xwecîhî îro Yekşemê, daxuyanîyeke nû ya agahdarkirinê weşandin û fermana dirêjkirina dema girtina dewerên ku peykerên li Agra û derdorê ragihandin.

Fermana hikûmetê dema dirêjahiya qedexe ya jibo peykerên ku ji Adarê ve girtî ne, diyar nekir.

Herwiha, bo niha ne zelal e ku gelo hikûmeta federal wê plansazîya xwe ya bo jinûve vekirina deverên peykerên li seranserê welêt yên wekî Qesra Sor ya dîrokî ya New Delhi betal bike.

Li Hîndistanê hejmera bûyerên vîrusa korona di nav sê mehên dawî de bi rengekî berbiçav zêde dibe.

Yekşemê, 24,850 bûyerên nû û zêdetirî 600 mirinan ya bo yek rojekê rekorek hat tomar kirin.

Bi vê hejmarê li seranserê Hindistanê hejmera bûyerên jiber vîrusa korona giheşt 673.165'an.

Lê hikûmet qedexe û tedbîrên li ser 1,3 mîlyar mirovên Hîndistanê rakir ku ev pêvajoya bi deh hezaran kes bê kar hişt û bû sedema girtina karsazîyan.

Di heman demê de rawestandina firînên navneteweyî berdewam dike, lê rêwîtiya navxweyî hatiye vekirin û hikûmet bi hêvî ye ku, hatina geştîyaran ya bo serdena heremên turîstîk wê destpê bike.

XS
SM
MD
LG