Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şerê Navbera Serhildayên Sûrî li Îdlibê Gur Dibe


ç
ç

Ajansa Reuters radigihîne ku di şerê nav komên çekdar yên Sûrî de, derîyê sînorê yê Bab el-Hawa nêzîk e ku bikeve destê Heyet el-Tahrîr el-Şam ku ji hêla hevalbenda El Qaydê ve tê rêvebirin.

Şerê navbera komên tundrê Heyet el-Tahrîr el-Şam û Ehrar el-Şam li Îdlibê berî çend rojan destpê kiribû û bûbû sedema hindahîyên mezin yên her du alîyan.

Jêderên xwecîhî radigihînin ku çekdarên Tahrîr el-Şam derîyê sînor yê ser tixubê Tirkîyê dorpêç kiriye û tenê 1 kîlometre maye ku bi tevahî kontrol bikin.

Kontrola serhildayên ku dijî serokê Sûrîyê Beşar Esad çek rakiribûn, tenê li Îdlibê maye û şerên dijwar gefeke mezin li diberoja wê herêmê dikin.

Tahrîr el-Şam roja Înê bi daxuyanîyekê banga teslîmbûnê li çekdarên Ehrar el-Şam li Bab el-Hawa kir û soz da ku ger ew xwe radest bikin, tu zarar dê negiheje wan.

XS
SM
MD
LG