Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afganistanê: Girtiyên Talîbanê Bo Cîhanê Metirsî Ye


Serokê Afganistanê Aûraf Xanî
Serokê Afganistanê Aûraf Xanî

Kabul- Roja Pêncşemê serokê Afganistana Aşraf Xanî got, 100an girtiyên Talîbanê yên ku girtine û li bere bihên berdan weke şertê pêşîn yê diyaloga aştiyê li gel hikûmeta Kabul "metirsî ne li ser cîhanê".

Tê çaverê kirin ku di rojên bihên da nûnerên hikûmeta Kabul li Duha raste rast li gel Talîbanê kom bibin bû bidawî anîna şerê ku 19 sale li wî welatî di navbera herdu aliyan da dom dike.

Hatiye biryar dan ku herdu alî kom bibin piştî ku nêzî 400 girtiyên Talîban yên di dest hikûmeta Kabul dane weke şertê pêşîn bihên berdan, girtiyên Talîbanê tawanên êrîş kirin û kuştina Afganî û biyaniyan li ser wan heye.

Xanî di video konferansekê da ku saziyeke fikrî ya Amerîkî rêxistbû got "heta derbarê vê pirsê her kes hez dike aştî hebe lê ne liser hesaba me".

Xanî herwiha got"hesaba giran em didin, ev jî tê wateya ku derencamên aştiyê dê nebaş bin". Xanî amaje bi wê yekê da ku serbest berdana" tawankarên tundrê, bazirganên narkotîkê". Dibe ku xeter be li ser me li ser Amerîka û herwiha li ser "cîhanê jî."

Serbest berdana 400 girtiyên Talîban piştî pêngava berdana nêzî 5000 girtiyên Talîban tê yên ku kêmtir metirsîdar bûn.

Berpirsên Afganistanê roja Duşemê ragihandbûn ku ewê di 2 rojên dahatî da 400 girtiyên Talîbanê berdin, lê heta direngî roja Pêncşemê zelal nebû ku ew girtî hatine berdan.

Berpirsekî Hikûmeta Afganistanê gotiye ajansa AFP, ku nexwestiye navê wî bihê eşkere kirin, şetê wan yê berdana girtiyên Talîban ewe ku heta ku Talîban hejmarek ya komandoyên wan bernedin ku niha di dest wan da di girtîne, ew jî girtiyên Talîban bernadin.

XS
SM
MD
LG