Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Adem Uzun: TAK bi Çalakîyên Xwe Dixwaze Peyameke Sîyasî Bide Tirkîyê


Adem Uzun
Adem Uzun

Adem Uzun, endamê konseya rêvebir ya Kongreya Netewî ya Kurdistan (KNK) got ku şerekî dijwar li herêmên Kurdan berdewam dike û dewleta Tirk bajar û gundên Kurdan wêran dike.

Uzin îdia kir ku Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) bi wan çalakîyan dixwaze mesajekê bide dewleta Tirkîyê.

“Mesele ji peqînekê wevetir e. Erdogan dixwaze Kurdan tesfîye bike. Hejmareke zêde ya Kurdên sivîl ji alîyê dewletê ve hatin kuştin, kesekî deng nekir, lê dema Kurd çalakîyekê dikin, herkes piştgîrîya dewleta Tirk dike, em vê şaş dibînin.”

Uzun bal kişand ser helwesta welatên Rojava û da zanîn ku eger Amerîka, Yekîtîya Ewrupa û Neteweyên Yekbûyî bixwazin aştî hebe, divê bêalî li mijarê mêze bikin û pirsê çareser bikin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku şeva Şemîyê li Stenbolê cot peqîn pêk hatibûn û 44 kes tê de hatibûn kuştin ku piranîya wan polîs bûn. Di êrîşan de pirtir ji 100 kesên din jî birîndar bûbûn.

Rêxistina TAK bi daxuyanîyeke nivîskî ew çalakî girtibûn ser xwe.

Adem Uzun Endamê Konseya Reveber ya KNK
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:50 0:00

XS
SM
MD
LG