Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

TAK Êrîşa Îzmîr Digire Ser Xwe


Milîtanên Kurd roja Çarşemê di daxûyaniyekê de ragihand ku, êrîşa dawiya heftiya borî ya ku, li rojavayê Tirkiyê li bajarê Îzmîr pêkhatî wan encam daye û xwe berpirs ji êrîşê ragihand.

Rêxistina bi navê Teyrênbaz yên Azadiya Kurdistanê (TAK) di daxûyaniya xwe de dide zanîn kû di êrîşa 5î Kanûna paşîn de li Îzmîr ya li dij Dayîreya dadweriya bajar pêkhatî wan encam daye, di êrîşê de polîsek û karmendekê dadgehê hatin kuştin herweha 2 endamên wan jî, giyanê xwe jidest daye.

Ajansa Firat ya ku nêzîkî rêxistinê tê dîtin, daxûyaniya TAKê weşandiye û di daxûyaniyê de hatiye ku 2 "Rêhevalên" wan yên bi navê Mustafa Coban û Enes Yildirim yên 29 û 25 salî ev êriş encam daye.

Herweha TAK di daxûyaniyê de gefan li Tirkiyê dike û dibêje"çalakiyên nû yên Tolhildanê", ewê li dij dewleta Faşist a Tirk pêk bîne ya ku şerê şervanên wan dike, li başûrê rojhilatê welat, weke TAK di daxûyaniya xwe de dibêje.

TAK weke rêxistineka xûrtan li Tirkiyê tê naskirin girêdana wê bi Partiya Karkerên Kurdistan PKK heye, ya ku Tirkiye, Ewrupa û Amerîka wê weke rêxistinek terorîst dibînin.

PKK zêdetirî 30 salane jibo serxewbûnê şerê dewleta Tirk dike, het niha dehan hezaran kes di şerên di navbera herdu aliyan de hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG