Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê Peqîna Enqerê Rakir Ser Xwe


Ajansa Reuters radigihîne ku gruba Teyrêbazên Azadîya Kurdistanê (TAK) berpirsîya êrîşa bombeyî ya li Enqerê rakiriye ser xwe ku 28 kes tê de hatibûn kuştin.

Reuters dide zanîn ku TAKê wê êrîşê wek bersîvdana polîtîkayên Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan pêk anîye û êrîşên wiha wê berdewam bin.

Reuters cîh dide daxuyanîya nivîskî ya TAKê ku dibêje êrîşvanê peqîna Enqerê 26 salî ye û ji bajarê Wanê ye.

Reuters bi bîr dixe ku di kiryara herî dawî de, TAK êrîş biribû ser firoxaneya Sabiha Gokçen ya Stenbolê û 1 karkera paqijîyê tê de hatibû kuştin.

Ajansa Nûçeyan ya Firatê (ANF) jî berî demeke kin raghandibû ku navê endamê TAKê ku êrîş pêk anîye, Abdulbaki Sonmez e û êrîş wek tolhildana bûyerên li Cizirê hatiye kirin.

XS
SM
MD
LG