Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Kesan Pêşwazîya Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan Kirin


Bi hezaran kesan, di dema vegera welêt de pêşwazîya Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan kirin. Stenbol, Hezîran, 7, 2013.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li vegera serdana welatên Tûnis, Cezayîr û Mexrîbê (Fas) li Firîngeha Ataturk ya Stenbolê ji alîyê deh hezaran alîgirên xwe û karbidestên hikûmetê ve hate pêşwazî kirin.

Serokwêzîr Erdogan bang li hemwelatîyan jî kir ku demûdest dawî li van çalakîyan bînin.

Girseya ku hatibû pêşwazîyê, bi diruşman diqêrîyan ku serokwezîr rê bide wan da ku herin êrîşî bizavkarên Taksîmê bikin. Lê, serokwezîr daxwaza aramîyê ji wan alîgirên xwe kir.

Birêz Erdogan bi berdewamî got, ‘Lazim e hemwelatîyên me yên bi awayê dilsozane beşdarî van çalakîyan bûne û hatine lîstika rêxistinên terorîstî, xwe ji nav van çalakîyan vekişînin. Her çi problem hebe, emê di nav demokrasî û hiqûqê de çareser bikin.’

Serokwezîrê Tirk, li ser gotinên xwe yên derbarê sedî 50’yê civakê jî destnîşan kir, ew ne efendîyê sedî 50’yî ne, lê xizmetkarê 76 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê ne.

Serokê Giştî yê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kilçdaroglu jî piştî vegera serokwezîr îro Înîyê nirxandinek kir.

Kilçdaroglu got, ‘Gerek e dema serokwezîrek ji gelê xwe re bipeyive guh bide hemî dengan. Hemî dinya rabûye ser pîyan, tenê kesekî ev nedît, ew kes jî Recep Tayyîp Erdogan e.’
XS
SM
MD
LG