Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsên Tirk Ketin Nav Qada Taksîmê


Rûdanên Gezi Parki (Parka Geryanê) ya Taksîmê, piştî çend rojên aram di roja xwe ya 15’an de bi maytekirina (mudaxele) polîsan re dîsa zêde bûn.

Di demeke de ku karbidestên hikûmeta AKP’ê behsa hevdîtinên lihevkirinê bi nûnerên xwepêşendaran re dikin de, roja Sêşemê polîsan maytekirineke tund li Qada Taksîmê kir.

Walîyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu û Midurê Ewlekarîya Bajêr Huseyîn Çapkin do 2 caran derketin pêş medyayê ku cara diduyan derengîya şevê li nêz Meydana Taksîmê daxuyanîyên xwe ragihandin.

Walîyê Stenbolê dîyar dike, ew mudaxeleyê li bizavkarên nav Gezi Parki'yê nakin. Lê, wî daxwaz ji malbatên wan kir ku jiber hebnûna provokatoran, cihê ew lê dimînin cihekî xeter e.

Di xwepêşandanên ku do pêk hatin de, cara pêşî ye grubeke ji Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) li nêzîkî Gezi Parki'yê bi polîsan re ket pevçûnan.

Protestoyên bi hinceta rawestandina projeya çêkirina Gezi Parki'yê destpê kiribûn û niha bi mebesta hilweşandina hikûmeta AKP’ê berbelav bûne.

Karbidestên hikûmeta Tirkîyê ew yek wek karê grubên marjînal binav dikin û jingehparêzên Gezi Parki’yê jî li derveyî van gruban dihêlin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG