Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban 8 Berpirsên Komîta Hilbijartinan li Afganistanê Dikuje


Berpirsên Afganî dibêjin, çekdarên Talîbanê şeva Şemî li ser Yeşemê li bingeheke navxweyî yê herêma Qandehar li başûrê welat 8 berpirsên Komîta Serbixwe ya Hilbijartinan li Afganistanê kuştine.

Karmendên Komîta Serbixwe ya Hilbijartinan li Afganistanê dema li bingehkî fermî yê hikûmetê navên dengderan tomar dikirin, çekdarên Îsalmî yên tundrê êrîşî wan kirbû. Şûnde tevgera Talîban encamdana êrîşa çekdarî girt ser xwe.

Qarî Yosif Ahmedî peyvdarê Talîban ragihand ku endamên Talîbanê karmendên Komîteya Serbixwe ya Hilbijartinan li Afganistanê kuştine herwiha di êrîşê de 57 endamên hêzên ewlekarî û berevaniya niştîmanî ya Afganî hatine kuştin, weke peyvdarê Talîbanê dibêje.

Talîban herwiha dide zanîn ku di êrîşa ser bingehê hikûmetê de li Qandehar 11 kesên dî êxsîr girtine û dest bi ser 5 autombîl û hejmarek çekdan de girtîye.

Lê berpirsên hikûmeta Afganistanê dibêjin, Talîbna hejmara qurbaniyan zêde radigihîne û ne raste ku qurbanîyên êrîşê ewqas bin.

Weke Ajansa Reuters radigihîne ku Qasim Azad berpirsê hêzên ewlekarî û berevaniya niştmanî li Qandehar gotiye, hêzên wan rastî ziyanên giyanî hatine bê ku behsa horgiliyên qurbanî û ziyanên êrîşa çekdarî ya Talîbanê bike.

XS
SM
MD
LG