Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Afganistanê: Şer bi Talîbanê re Qewimîn


Arşîv: Talîbanên Afganistanê

Kabul, 7ê Tîrmeh 2021 (AFP) – Wezîrê Berevaniya Afganistanê Bismillah Mohammadi roja Çarşemê ragihand ku "şer bi talîbanê re diqewime," wezîr ev axiftin kir, piştî ku tevgera Talîban yekemîn êrîşa xwe ya mezin li dij paytexta herêmekê encam da.

Wezîr got"em agihdarin ku şer gur bûye û em ketine di rewşeke leşkerî ya pir hesas de," gotina wezîr çend demjimêran hat, piştî ku Talîbanê êrîş bir ser bajarokê Qala-i-Naw, paytexta herêma Badghis.

Wezareta Berevaniya Afganistanê daxuyaniyek li ser navê wezîrê berevaniyê derbarê bûyerê ji nûçegihanan re weşand û got, "ez dixwazim jibo we hemiyan piştrast bikim, ku hêzên me yên niştîmanî, bi piştgîriya hêzên berxwedana herêmî dê hemî hêz û çavkaniyên xwe jibo parastina welat û gelê me bikar bînin."

Hakimê astana Badghis Hudsamedîn Şemis di nameke nivîskî de gotiye rojnamevanan"dojmin hatine di nava bajêr de û herêm hemî ket di dest de û şer di nava bajêr de pêkhat."

Li aliyek din serokê civata herêma Badghis Abdulazîz Beg û endamê civatê Ziyagul Habibî gotine şer di nava bajêr de rûdaye.

Serokê Civata Badghis Abdulazîz Beg gotiye ajansa Fransî ya Nûçeyan AFP "Şer li hemî aliyên bajêr dom dike" herwiha gotiye hin berpirsan bi şev xwe radestî Talîbanê kirîye.

XS
SM
MD
LG