Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hikûmeta Kabul ji Danûstendinên Amerîka Û Talîban Nerihete


Roja Çarşemê Peyvdarê Eşref Ganî serokê hikûmeta Afganistanê got, hikûmet nerihete ji reşnivîsa peymana aştiyê ya di navbera şandên Amerîka û Talîbanê de pêkhatî û ew daxwaza pêzanînên zêdetir dikin û dixwazin pirtir zelalî hebe.

Ajansa Reuters dide zanîn ku Sadiq Sidiqî, peyvdarê serok hikûmetê Afganistanê Eşref Ganî di twîtekê de dibêje"Hikûmeta Afganî nerihete û em zelalîya naveroka belgenamê dixwazîn, da ku metirsiyên wê bihên şirovekirin û aliyên wê yên nebaş bi temamî bihên zanîn û metirsî bihên hilandin".

Lihevhatina di navbera Amerîka û Talîbanê de vekişîna nêzî 5 hezar leşker û girtina 5 bingehên leşkerê Amerîkî heye, bi şertê ku Afganistan nebe bingeh bo êrîşkirina ser Amerîka û berjewedniyên wê.

Naveroka Lihevhatinê, nûnerê Amerîka Zalmay Khalilzad vê hefteyê pêşkeşî Eşref Ganî kirîye.

Di dema ku Amerîka Lihvhatin bi Talîbanê re dike, ew tevger êrîşên li dij Kabul û herêmên din yên Afgansitanê pêk tîne, ev yek jî bûye sedema nerihetîya hin berpirsên berê yên Amerîkî.

Gelek ji berpirsên hikûmeta Afganî yên ku ji danûstendinan hatine dûrxistin nerihet in, jiber ku Talîban ew weke pêlîstok di dest hêzên biyanî de binav kirbûn, ew berpirs ditrsin ku Tevgera Talîban car din li Afganistnaê bibin desthilatdar.

XS
SM
MD
LG