Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Afganistan: Dibe Danûstandinên Amerîka Û Talîban Serbigirin


Şanda Taliban li Doha

Çavkaniyên hikûmeta Afganî û dîplomatekê Rojavayî, roja Çarşeşmê dan diyar kirin ku dibe, li meha Sibatê danûstendinên Amerîka û Tevgera Talîban bigihin encamekê eger ku bi şêweke zelal êrîş kêm bûn û wekir ku Amerîka piştrast be hêzên xwe ji Afganistanê vekişîne.

Serokê Afganistanê Aşraf Xanî roja Çarşemê got, geşbînîyek di danûstandinên Amerîka û Talîbanê da tê dîtin yên ku li Qatar pêkhatin e, û demek hatîye zelal kirin bû lihev hatinê.

Danûstandinên herdu aliyan giha bûn rêyek girtî, piştî ku şert û mercên herdu aliyan ji wan Amerîka daxwaz ji Talîbanê kirbû ku li hember derketina ji Afganistanê êrîşên xwe heta astek bilin rawestîne.

Sûhêl Şahîn, peyvdarê mekteba sisyasî ya Talîbanê ji Doha da zanîn ku di danûstandinan da pêşkektin hene, lê behsa horgiliyê nekir.

Berpirsekî din yê Talîban dibêje, Amerîka bi şêweke bingehîn lihev hatina aştiyê erê kirîye, lê ew bawer nakin het ku Talîban êrîên xwe kêm neke, berpirsê Talîban yê ku nexwestî nave wî eîkera bibie gîtiye, ew texmîn dikin lihe hatin dê vê mehê da bigihe encamê.

Wek tê zanîn ku Amerîka û Talîbanê sala 2018ê li Qatar dest bi danûstandinan kir bû, lê ji ber êrîên Talîban çend caran diyaloga aştiyê hatbû rawestandin piştî ku çekdarên tevgera Talîban her carê êrîş pêk anîn, ku bûne sedema mirina sedan kesên sivîl û kontrol kirina gelek herêman.

XS
SM
MD
LG