Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Êrîşekê Talîbanê de Herî Kêm 11 Polîsên Afganî Hatine Kuştin


(Arşîv)

Karbidestên Afganî ragihand ku di êrîşekê Talîbanê de herî kêm 11 polîsên Afganî li istana Balx ya bakurê welêt hatine kuştin.

Karbidestan da zanîn ku çekdarên Talîbanê êvara Duşemê dest bi êrîşê kirin û heta sibêha Sêşemê berdewam kirin û dû re navenda polîsan şewitandin.

Karbidestê xwecîhî Munîr Ferhad got ku bi hawarhatina hêzên berevanîya netewî, hêzên ewlekarî pişt re navendê careke din xistin bin kontrola xwe.

Berdevikê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd di peyameke vîdyoyî de îdia kir wan 30 polîs kuştine.

Hêjayî balkişandinê ye ku polîsn Afganî di salîn dawî de bûne armanca serekî ya êrîşên Talîbanê.

XS
SM
MD
LG