Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban 2 Bajarên Din yên Mezin bi Dest Dixe, Balyozxane Karmendên Xwe Derdixin


Milîtanên Talîbanê îro Înîyê pêşveçûna xwe ya li Afganistanê domandin û kontrola 2 bajer din yên mezin bi dest xistin.

Hevdem, balyozxaneyên Rojavayî xwe amade dikin ku hêzên leşkerî bişînin da ku alîkarîya derxistina karmendên xwe yên li paytext Kabul bikin.

Talîbanê îro piştî pevçûnên tund yên çend rojan bajarê duya ya herî mezin Kandahar ya li başûr û Herat ya li rojava bi dest xist.

Endamê encumena eyaleta Herat, Xulam Hebîb Haşimî got ku "Bajar dişibe xeta pêşîn, bajarek wek xeyalet. Malbat yan revîyane yan jî li malan xwe veşartine. "

Herat bi şênîya qasî 600.000 kesan li nêzî sînorê Îranê ye.

Pêşveçûna Talîbanê dibe sedema fîkaran ku hikûmeta ku Amerîka piştgirîyê dike, piştî vekişîna hêzên navnetewey dibe ku bikeve destê rexistina Talîbanê.

Dijî dêskeftinên Talîbanê, Pentagonê dî yar kir ku ewê di nav 48 demjimêran de nêzî 3.000 hêzên leşkerî yên din bişîne da ku alîkarîya derxistina karmendên balyozxaneya Amerîkî bikin.

Brîtanya yê jî ragihand ku ewê nêzîkê 600 hêzan bişîne ku alîkarîya hemwelatiyên xwe bike.

Her wiha balyozxane û komên alîkarîyê yên din gotin ku ew jî mirovên xwe ji Afganistanê derdixin.

Ajansa AP ragihand ku Kanada dê hêzên taybet bişîne Kabulê da ku di derxistina karmendên balyozxaneyê de bibin alîkar.

Rexistina tundre Talîban jibo têkbirina hikûmetê û ragihandina desthilatdarîya li gor hukmê îslamî, ji 6 Tebaxê vir ve 14 ji 34 eyaletên Afganistanê xistiye bin kontrola xwe.

XS
SM
MD
LG