Rêxistina tundrê Talîbanê îro Pêncşemê paytexta eyaleteke stratejîk ya nêzî Kabulê xist bin kontrola xwe.
Çekdarên Talîbanê îro bajarê Gaznî ku 130 kîlometre li başûrê rojavayê Kabulê ye, xist bi kotrola xwe û ala xwe li bajêr hilda.
Mihemed Arif Rehmanî, parlementerekî ji Gaznîyê ye, piştrast kir ku bajar ketiye destê serhildêrên Talîbanê.
Endamê encûmena eyaleta Gaznî Amanullah Kamranî ji Associated Press re da zanîn ku Taliban bajêr kontrol dike lê got ku du bingehên li derveyî bajêr di destê hêzên hikûmetê de, mane.
Windakirina Gaznî, ku li ser rêya Kabul-Kandahar e û paytexta neteweyî Kabulê bi eyaletên başûr ve girêdide, dikare gihandina pedîvîyên bo hêzên hukûmetê asteng bike û herwiha givaştinên ser Kabul zêde bike.
Girtina Gaznî rêyeke girîng ya ku paytexta Afganistanê bi eyaletên başûrê welêt ve girêdide, qut dike.
Herwiha, ew bi heman awayî xwe di bin êrîşê de dibînin, 20 sal piştî ku hêzên Amerîkî û NATO êriş kirin û hikûmeta Talîbanê daxistin.
Her çend Kabul bo niha ne di bin tehdîteke rasterast de bi jî, destxistina Gaznî desthilatdarîya Talîbanê xurttir dike û heya niha bi hezaran kes malên xwe terikandine.
Ev paytexta 10'an e ku Talîbanê tenê di nava yek hefteyeke de bi dest xistiye, berîya demeke kurt ku vekişîna hêzên Amerîkî bi tevahi temam bibe. Tê pêşbînî kirin ku Talîban niha ji sê paran du parên Afganistanê kontrol dike.
Talîbanê bi êrîşên nava yek hefteyê de neh eyaletên din ên li seranserê welêt bidest xistin, yên ku piranîya wan li bakurê rojhilatê welêt in.