Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban: Di Peqîna li Kabul de Gelek Sivîl Hatine Kuştin


Dîmeneke piştî teqîna li ber derîyê mizgefta Eidgah ya li Kabul,Afganistan, 3ê Cotmeh, 2021.

Berdevikê Talîbanê Zabîhullah Mucahîd li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, roja Yekşemê di encama teqînekê ya li paytexta Afganistanê Kabulê de, gelek sivîl hatine kuştin.

Mucahîd da zanîn ku teqîn li nêzî derîyê mizgefta Eidgah ya li Kabul pêk hatiye.

Hûrgilîyên pişt teqînê demûdest dîyar nebû û her wiha Mucahîd jî bi zelalî negot ka çend mirî yan birîndar hene.

Lê, jêderekî Talîbanê ji Reutersê re got ku teqîn li ser rîya sereke ya li derveyê mizgefta Eidgah dema ku merasîma duakirina bo dayika Mucahid dihat kirin, qewimî ye.

Heman jêderî anî ziman ku "hemî qurban sivîl in," û li ser hejmara rast ya kuştîyan ti agahî tuneye.

Karbidestekî din yê Talîbanê ji Reuters re got ku di teqînê de herî kêm 2 sîvîl hatine kuştin û 3 kes jî birîndar bûne.

Heya niha kesî pirsyarîya bûyerê negirtiye ser xwe.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG