Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Qanûna Bingehîn ya Monarşîyê Demkî Qabûl Dike


Ala Talîbanê

Talîbanê roja Sêşemê ragihand ku ewê qanûna bingehîn ya 1964'an bi demkî bi kar bînin ku mafê dengdanê dide jinan.

Lê, Talîbanê detnîşan kir ku w,ewê xalên ku ew ne razî ne jê derxînin.

Wezîrê dadê yê Talîbanê yê li ser kar li ser mijarê daxuyanîyeke ragihand.

Mewlewî Abdul Hekîm Şereyî dîyar kir ku ew plan dikin ku qanûna bingehîn ku di serdema demkurt ya zêrîn ya demokrasîyê ya Afganîstanê de hatîbû bikar anîn, ragihînin.

"Mîrgeha Îslamî dê qanûna bingehîn ya serdema Qralê berê Mihemed Zahir Şah jibo demekî qebûl bike," Hekîm Şereyî got.

Hevdem, wî destnîşan kir ku xalên ku di qanûnê de yên dijî şerîeta û prensîbên Mîrgeha Îslamî ne, ewê werin derxistin.

Di dema Qral Mihemed Zahîr Şah de, nêzî şêst sal berê, berîya ku hêzên mezin yên cîhanê destwerdana Afganistanê birin, 1963'an de bo demeke kurt, monarşîya qanûna bingehîn hat kar anîn.

Qanûna bingehîn ya monarşîyê bo deh salan pêşengîya demokrasîya parlementer kir, heya ku Qral di 1973’ân de ji desthilatdarsîê hate xistin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG