Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Karên Navxwe Yê Talîbanê Pesnê Xwekujan Dide


Sirajuddin Haqqanî
Sirajuddin Haqqanî

Wezîrê karên navxweyî yê Talîbanê yê demkî , ku ji hêla Amerîka ve wek terorîstek navneteweyî tê binav kirin, li Kabulê jibo rêzgirtina xwekujên ku ji kuştina bi hezaran leşkerên Amerîkî û hevalbendên wê yên li Afganistanê pirsîyarin, merasîmeke dar xist.

Berdevikê Wezareta Karên navxweyî Qari Seîd Khosty ragihand ku Sirajuddin Haqqanî, roja Duşemê li oteleke li paytext Kabulê bi malbatên hin êrîşkaran re civiyaye.

Amerîkayê jibo her agahdarîya ku bibe sedema girtina Sirajuddin Haqqanî, 10 mîlyon dolar xelat ragihandîye.

Haqqanî di van salên dawî de, tevî dema ku Talîban vegerîya ser desthilatdariyê, di nav gel de nehatiye dîtin.

Berdevik Khosty piştre ji televîzyonekî Afganî re axivî û parastina Haqqanî kir.

Wî îda kir ku ev êrîşana beşeke ji "cîhada" Talîbanê ya dijî dagirkirina Afganistanê ya ji hêla leşkerên Amerîkî û hevalbendên wê ve, bûn.

Rexnegir dibêjin ku merasîma roja Duşemê ya li Kabulê ewê alîkarîya hewldanên Talîbanê ya jibo naskirina navneteweyî ya hikûmeta wan neke, ya ku jixwe, bi tundî tê rexne kirin.

XS
SM
MD
LG