Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Heşda Şaabî li Rojavayê Mûsil Pêşdikevin


Tal Afar, Iraq
Tal Afar, Iraq

Roja Çarşemê berdevkê hêzên Heşda Şaabî ragihand ku, hêzên wan çekdarên DAIŞê li rojavayê Mûsil paşda birine û ew ji senterê bajarê Mûsil dûr xistine.

Li gur ajansa AP Jaafar al-Husseini ji ketîbên Hezbollaha Îraqê dibêje hêzên wan şerekî giran li rexên Firîngeha Tala'fir ya leşkerî li dij çekdarên DAIŞê berdewam dike, lê al-Husseini hurgiliyên van şeran û encamên wan behis nekir.

Kenalê Televizyona al-Mayadeen TV ku, li Lobnanê weşana xwe dike, di weşana zîndî de dîmenên şerê rizgarkirina Firîngeha Tala'fir di weşandin di heman demê de trombêleke ku xwe kujiekî DAIŞ ê têde bû, ber bi hêzên Îraqî ve dihat, lê hêzên Heşda Şaabî bi rokêtan ew peqand berî trombêl bigehe armanca xwe, dûkêleka reş ji cihê peqînê bilind bû.

Wek tê zanîn hikûmeta Îraqê 17î meha borî operasiyona rizgarkirina bajarê Mûsil ji çekdarên DAIŞê ragihand bû, ev operasiyon bi alîkariya êrîşên esmanî yên hevpeymanan û hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistan û hêzên xwecihî û yên Heşda Şaabî tê berdewamkirin, bajarê Mûsil bajarê herî mezin û dawî Îraqê ye li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de mayî, heta niha gelek taxên bajarê Mûsil yên weke Gogjelî, Întîsar ji çekdarên DAIŞ ê hatine rizgarkirin.

XS
SM
MD
LG