Lînkên eksesibilîtî

Kamîran Qaradaxî: Mam Celal di Dema Pêwîst de Biryarder Bû


Peyvdar û berpirsê ofîsa Mam Celal di dema serokomarîyê de, Kamîran Qeredaxî ku yek ji kesên herî nêzîkî Mam Celal bû.

Qeredaxî derbarê koça dawiyê ya Mam Celal dibêje, ew kesek bû ku dikarîbû di dema pêwîst de pêngava pêwîst bavêje, dikarîbû serderiyek baş ligel pirsgirêkan bike.

Qeredaxî dide zanîn ku ew kesekî gelek nêzîkî Mam Celal bû û têkîlîyên wî bi Mam Celal re, ne weke yên berpirs û karmendekî bûn, pitir weke têkliyên hevaltî û dostanî bûn.

Qeredaxî demek dirêj bi Mam Celal re bû, dema serokomarê Îraqê bû, ew dibêje her dema pirsgirêkek li Îraqê hebaye herkes jibo çareserîya dihat cem Mam Celal û hawara xwe digihand wî.

Qeredaxî dibêje ku piştî mirina Mam Celal, Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) dê rastî gelek aloziyan were.

"Herçend e di dema niha de jî YNK rastî aloziyan hatiye, lê dîsan dê ew rêxistin hêjî aloztir bibe, koça dawî ya Mam Celal ziyanek mezin bû, jibo Îraqê û herêmê."

XS
SM
MD
LG