Lînkên eksesibilîtî

Termê Celal Talabanî bi Pêşwazîya Hezaran li Silêmanî Tê Gerandin


Termê Celal Talabanî, Sekreterê Giştî yê Yekîtîya Niştîmanîya Kurdisyanê (YNK) û Serokomarê berê yê Îraqê, jibo binaxkirinê îro giheşte Herêma Kurdistanê.

Televîzyonên Kurdî û Îraqî firokeke Iraqi Airways nîşan da ku derbesta Talabanî ji Almanya heta bajarê Silêamanî re tê anîn.

Tevî ku qedexeya firinê li ser firokexaneya Silêmanî heye, hikûmeta Bexda destûreke taybet da firoka ku termê Talabanî tîna.

Talabanî, salên dûr û dirêj jibo mafên gelê Kurd xebat kiribû û piştî gêrbûna Saddam bûbû serkomarê Îraqê. Wî di sala 2012'yan de nexweş ketibû û paş du salan neçar mabû ku dest ji seroktî berde.

Derbestê Talabanî ku bi ala Kurdistanê pêçandîbû, ji hêla girseyeke mezin ve hate pêşwazî kirin û bandoya leşkerî jî binaxkirinê ya Chopin lêdan.

Meytê Talabanî îro li bajarê Silêmanî tê gerandin û bi hezaran kes li ser kolanan kom bûne ku rêza xwe jibo wî nîşan bidin.

XS
SM
MD
LG