Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Hêzên Heşda Şaabî Nêzîkî Tal Afar Dibin Û Hezaran Sivîl ji Bajar Direvin


Ajansa Reuters ji bajarê Erbîl li Herêma Kurdistana Îraqê radigehîne ku, bi nêzîkbûna hêzên Heşda Şaabî ji bajarê Tal Afar bi deh hezaran xwecihên sivîl ji bajêr direvin yê ku lijêr kontrola çekdarên DAIŞê de ye.

Berpirsên xwecihî didin zanîn ku, ev revîna bikomî, cihê nerihetiya rêxistinên civaka sivîl in, jiber ku hejmareka wan sivîlan çûne herêmên dûrtir li rojava yên li jêr kontrola çekdarên DAIŞê de, ew nikarin alîkariya bigehînin wan.

Heşda Şaabî ya ku, Îran piştevaniya wan dike niha dormanên bajarê Tal Afar girtine ku 60 kîlometran ji bajarê Mûsil dûre û piraniya xwecihên bajêr Turkmanin, çekdarên DAIŞê di nava bajar de mane û ew şer dikin.

Noredîn Qeblan ji Tal Afar ku, cîgirê serokê encûmena parêzgeha Mûsilê ye û niha li Hewlêr paytexta Herêma Kurdistana Îraqê dimîne, jibo ajansa Reuters dide zanîn ku, li gûr pêzanînên wan 3000 malbat ji bajarê Tal Afar reviyane, nîva wan ber bi herêmên rojava û sinorên Sûriyê ve reviyan e, nîva din hatine herêmên li jêr desthilata Kurdan.

Noredîn dibêje wan daxwaz ji desthilata Kurdan kirîye da kû korîdorekê ewlehiyê jibo malabên direvin bidin vekirin.

Bajarê Tal Afar ji pêkhatên etnîkî Arab, Turkman û Kurdan pêk tê, herweha xwecihên bajêr xwedî mezhebên Sinî Şi'a hene, DAIŞê sala 2014an bajar dagîr kir bû, niha di çarçova operasiyona rizgarkirina Mûsilê de hêzên Heşda Şaabî piştî girtina Fringeha leşkerî ya li nêzîk bajêr dewrûberên Tal Afar dorpûçkirine.

li aliyekê din hêzên Heşda Şaabî îro daxûyaniyek da û da zanîn ku hêzên wan li gel hêzên Pêşmergên Herêma Kurdistanê gihane hev liser riya Şengal -Tal Afar û nêzkî bajarê Tal Afar bûne.

XS
SM
MD
LG