Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban 15 Hêzên Ewlekarîyê Pakîstanî Dikuje


Di vê wêneyê de mîlîtanekî talîbana Pakîstanî yê bi rûberk xwane dibe.

Talîbana Pakîstanî dibêje, wê 15 leşkeran Pakîstanê kuştin, piştî ku meha borî ew li tixubê Afganîstanê revandin.

Berdevkekî Talîbanê îro Pêncşemê ji nûçegîhanan re got, wan termên leşkeran avêtine herêma Wezîrîstana Bakur. Karbidestên xwecîhî piştrast dikin ku wan termên qûrbanîyan peyda kirine.

Leşkerên kuştî li taxa Tank ya eyaleta Khyber-Pakhtunkhwa, li meha çûyî hatibûn revandin. Talîban dibêje, ew leşker li hember operasyonên leşkerî yên Pakîstanê, jibo tolhildanê hatine kuştin.

XS
SM
MD
LG