Berpirsên Afganistanê îro Yekşemê got Talîbanê şeş kes ji malbatekê kuştin, di nav de jî keçeke şîrmij, li gundekî bakurê welêt.
Talîbanê ev idîaa red kir û got sedema êrîşa roja Şemiyê nakokiyeke kesayetî bû.
Lê berpirsên xwecihî yên Afganî got ku mal ji aliyê Talîbanê ve bi laşfiroşiyê hatibû tawanbarkirin.
Peyvdarê parêzgarê parêzgeha Faryab Jawed Bedar got çekdaran ew malbat kuşt û piştre agir berdan mala wan.
Bedar got dayika keça şîrmij û keçeka cêwî rizgar bûn lê pêwîst bû herdû lingên keçikê bêne birrîn.
Wî got hêzên ewlekariya Afganistanê îro serê sibehê gihîştin gund û herdû kesên rizgarbûyî veguhestin nexweşxanê.
Wî got Talîbanê êrîşî hêzên hikûmetê kir dema gihîştin gund, û di encama pevçûnan de sê endamên Talîbanê hatin kuştin ku li gor Bedar, destê wan di kuştina malbatê de hebû.